Pentagon: Dîmenên êrîşa ku Îsraîlê bir ser çadiran erjeng û dilşewat in

29.05.2024 09:42

Alikara Berdevke Wezareta Parastine ya Amerikaye (Pentagon) Sabrina Singhe ji bo erişa ku İsraile li Refahe bir ser kampa çadiren Filistiniyan ü te da gelek sivil kuştin, wiha got, "Dimen erjeng ü dilşewat in, pedivi pe heye ku ev bisekine."

Alikara Berdevke Pentagone Singhe di civina çapemeniye ya rojane da pirs bersivandin.

Her çend Diwana Edalete ya Navneteweyi biryar dabü ku arteşa İsraile li Xeta Xezeye erişan bide sekinandin ji, arteşa İsraile di 26e Gulane da li bajare Refahe çadiren Filistiniyen ku ji ci ü waren xwe büne, bombebaran kir. Singhe der bare bombebarandina ser çadiran a İsraile da wiha got, "Tişta ku dawiya hefteye çebü, em teqez mezin dibinin. Dimenen ku ji qade hatin erjeng ü dilşewat in. Pedivi pe heye ku ev bisekine."

Singhe idia kir, di hevditinen ku wan bi İsrailiyan ra kirin da wan timi bangewazi kir ku sivil werin parastin ü wiha dewam kir, "Bi taybeti der bare ve erişe da agahiyeke min a zedetir tuneye ku bidim we."

Singhe diyar kir, Amerika piştgiriye nade ku li Refahe erişen "berfireh" werin kirin ü tu tekiliya Amerikaye bi erişen ku İsrail li qade dike ji tuneye, le ji aliye din va ji destnişan kir ku ew ji bo İsraile "alikariyen ewlehiye" didominin.

Singhe li ser pirsa ku di erişen navbori yen İsraile da bombeyen Amerikaye hatin bikaranin an na ji wiha bersivand, "Ez nizanim ku muhimateke çawa hatiye bikaranin, ez peşniyaz dikim ku hün ve ji İsrailiyan bipirsin." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '