NY: Xeze, dojeha li ser rûyê erdê

27.05.2024 12:42

Neteweyen Yekbüyi (NY) ragihand, Xeta Xezeye ya ku di bine erişen İsraile da ye, "dojeha li ser rüye dine" ye ü dimenen ku duh ji Refahe hatin, ev yek cardin dupat kir.

Ajansa Alikari ü Avadaniya ji bo Penaberen Filistini ya Neteweyen Yekbüyi (UNRWA) daxuyani da ü diyar kir, arteşa İsraile duh evare li bajare Refahe çadiren Filistiniyen ku ji ci ü waren xwe büne, bombebaran kirin ü ev rewşeke erjeng e.

Di daxuyaniye da hat gotin, gelek nüçe dibejin ku di erişa ser Refahe da gelek kesen ku di nave da jin ü zarok ji hene, hatin kuştin ü wiha hat gotin, "Xeze dojeha li ser rüye erde ye. Dimenen (Refah) şeva çüyi ji delileke din a ve yeke ye."

Li gor daxuyaniye li Xezeye ciheki ewledar nemaye, tu kes di ewlehiye da nine ü tekiliya wan bi xebatkaren UNRWAye yen hereme ra nemaye ü wiha hat gotin, "Em nikarin cihe (xebatkaren UNRWAye) piştrast bikin, em ji bo wan ü ji bo hemü meriven ku ji ci ü waren xwe büne ü xwe spartine hereme bi fikar in ü nizanin ku rewşa wan baş e yan na."

Her çend Diwana Edalete ya Navneteweyi biryar da ku arteşa İsraile li Xeta Xezeye erişan bide sekinandin ji, arteşa İsraile duh li bajare Refahe erişi çadiren Filistiniyan kiribü ü heri kem 40 Filistini kuştibün. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '