03.06.2024 19:57
Meclisa Eşir ü Qebileyen Süriyeye (SKAM) diyar kir ku ew qaşo hewldana hilbijartine ya li heremen Süriyeye yen di bin dagirkeriya PKK/YPGye da qebül nakin.
SKAMe li bajaroka Siccuye ya Helebe Konferansa xwe ya Gişti ya 5emin bi slogana"Ji teror, metingeri ü tundrewiye dür, ber bi Süriyeyeke azad ü yekbüyi va" li dar xist.
Bi taybeti ji eşiren mezin en hereme yen Beqqara, Akidat, Tay, Mewali, Şerabin ü Herbe nezi 8 hezar kes beşdari konferanse bün.
Ji bili ve, nüneren mixalefeta Süriyeye yen SMDKye, Meclisa İslami ya Süriye, Meclisa Heremi ya Süriye, fermandaren Arteşa Neteweyi ya Süriye ü rüspiyen hereme ji beşdar bün.
Seroke Ofisa Tekiliye ya SKAMe Zekariya el Ehmed ji nüçegihane AAye ra daxuyand ku ew ji bo ku re li ber perçebüna Süriyeye bigirin hatine li cem hev ü diyar dikin ku ew qaşo hilbijartinen li rojhilate Ferate qebül nakin.
Ehmed got ew li vir in ku denge birayen xwe yen Ereb, Kurd, Asüri ü Xiristiyan en li rojhilate Ferate bigihinin cihane.
Ehmed diyar kir ku ew li ser nave gele ku di bin dagirkeriya PKK/YPGye da ye diaxivin ü wiha got: "Ji me ra peyam şandin ku em li ser nave wan biaxivin. Em ji ji cihane ra dibejin ku em li diji daxwaza perçekirina (Süriye) çeteyen Qendile ne. Ji ber ku ew li heremen di bin dagirkeriya çeteyen Qendile da ne nikarin biaxivin."
Berpirse Meclisa Eşiren Kurd en Efrine Cihad Sebri Davud ji diyar kir ku ew dixwazin li Süriyeye di nav biratiye da bijin.
Davud wiha got: "Em wek hemü pekhateyen Süriyeye hatin vir. Em dixwazin li vi welati bi biratiye bijin. Bila welate me azad bibe, em hemü bi hemü mezheban ra, bi hev ra bijin ü bila ev welat perçe nebe. Dive cudahi ü nijadperesti nebe. Bila qanünek tene hebe ü fitne be rawestandin. Werin em bi hev ra li diji rijandina xwine bisekinin ü li vi welati bibin yek dil."
Endame Lijneya Şewirmendiye ya Konseya Eşiren Süriye Ebdullah Tirkevi ji got ew kom büne ku ji civaka navdewleti ra ragihinin ku Süriye yek e ü naye perçekirin, gele Süriye yek e ü tu cudahi di navbera wan de tune.
Seroke bere ye Hikümeta Berwext ya Süriye ü seroke şandeya mixalefeta Süriyeye ye di mizakereyen Astanaye da Dr. Ehmed Tuma ji got ew dixwazin zedetir peyaman bidin ku yekbüa Süriyeye xurttir bibe.
Tuma got ew e qanüneke bingehin ya nü ya ku ji aliye hemü Süriyeyiyen li welat va nehatibe qebülkirin, nepejirinin.
Di danezana encame ya konferanse da çalakiyen PKKya cudaxwaz yen ku li Süriyeye heremen ku dagir kiriye heta niha kirine ji hatin şermezarkirin. -