Malbatên mexdûrê terorê li Şirnexê çalakî kirin

10.06.2021 17:11

Li Şirnexe malbaten mexdüren terore li peşiya avahiya Serokatiya Bajer a HDPye çalaki kir.

Jinen Şirnexi yen ku teroristen PKKyi zaroken wan revandine sere çiye ü eqrebayen wan di erişa terore da hatine kuştin, bi malbaten şehid ü xaziyan ü endamen jin en saziyen civaka sivil va li ser kolana Ustegmene Şehit Mehmet Esin meşiyan ü hatin peşiya avahiya Serokatiya Bajer a HDPye.

Di deste malbatan da alayen Tirkiyeye ü weneyen zaroken wan en ku revanine sere çiye hebü ü duruşmeyen "Qehir be PKK, tevkare we HDP", "Şehid namirin, welat perçe nabe", "Qehir be PKK", "Kurd ü Tirk bira ne, ye ku ferqe texe nav wan qeleş in" berz kirin.

Ji jinen ku beşdari çalakiye bün Emine Usteke diyar kir ku kure we 6 sal bere di 15 saliya wi da revandin sere çiye.

Usteke diyar kir ku ew her hefte bi heviya ku bigiheje kure xwe, te peşiya avahiya bajer a HDPye ü wiha dewam kir, "Ez kure xwe ji HDPye dixwazim. Heta ku taqeta min hebe, ez e her hefte werim ve dere."

Usteke bangi kure xwe kir ü wiha got, "Metine min, tu li ku dere bi were kure min, çave min li reya te ye, ez li benda te me. Em ji qehra mirin, edi bes e vegere mala xwe."

Omer Usteke bavik ji diyar kir ku hemü zaroken hereme bi deste HDPye teslimi PKKye kirine ü ji bo berdewamiya hizüre dive edi kes baweriya xwe bi wan neyne.

Ustek daxuyand ku ew e çalakiya xwe heta dawi bidominin ü wiha dewam kir, "Ke ev memleket xerab kir? PKK ü HDPye xerab kir. HDP ü PKKye Şirnex, Diyarbekir, Sür, Cizir, Silopi ü İdil xerab kirin. Ke deste van zarokan ji de ü baven wan kir? HDP ü PKKye kir.

Em zaren xwe ji wan dixwazin. Hetani mirine em e çalakiye bidominin. Em ji dewleta xwe hez dikin, ji bo we dia dikin. Xwede meqame Serokomare me şen bike ü wi texe seroke dinyaye. Xwede firsende nede zalim ü xayinan."

Hamdiye Aslana ji bo kure xwe ye 6 sal bere hat revandin diyar kir ku hetani kure xwe bibine ew e çalakiye bidomine.

Aslane wiha xeberda: "Zaren bi deste HDPye teslimi PKKye kirin. Di kijan qanüne da ciye revandina zarokan heye? Neheqiya heri mezin li van zarokan ü malbaten wan hat kirin. Zaren me ji me qetandin cigera me dax kirin. 6 sal e hesereta kure xwe me. Hesreta denge wi me, min qet ew nedit. Xwede heqe me ji wan ra nehele.Çi heqe wan hebü ku zaren me revandin. Bi xwe li küçeyan forse diavejin, di kijan wijdane da ev heye. Em ji bo parastina mafen zaren xwe hatin ve dere."

Haci Şanliye Seroke Bajer e Weqfa Malbaten Şehidan ü Melulen Wezifeye ya Teşkilata Ewlekariye ji got ji bo piştgiriye hatin çalakiye ew e ji ve şünda ji piştgiriye bidin.

Şanli wiha pe da çü: "Hetani hesren çave van de ü bavan bisekine em e çalakiye bidominin. Li Hekariye, Wane, Diayrbekir, Şirnexe çalakiye dewam bikin. Hetani zarokan teslimi malbaten wan bikin piştgiriya me ye dewam bike."

Malbatan qasi demeke li peşiya avahiya HDPye çalaki kirin ü paşe belav bün. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '