Haberler   
  English   
  Kurdî   
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 08/09/2024 05:28 
News  > 

Li Xezeya ku 255 roj e di ber êrîşên Îsraîlê da ye hejmara kuştiyan derket 37 hezar û 347an

17.06.2024 13:57

Artêşa Îsraîlê ya ku di Eyda Qurbanê da jî êrîşên xwe didomîne, di 24 saetên dawîn da 10 kes kuştin û 73 kes jî birîndar kirin.

Li Xeta Xezeye ya ku ji 7e Cotmeha 2023yan ü vir va di bin erişen arteşa İsraile da ye, hejmara kuştiyan di 24 saeten dawin da 10 zede bü ü derket 37 hezar ü 347an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya li Xezeye da der heqe erişen İsraile da yen ku li diji Xeta Xezeye 255 roj in didomin, agahi hat dayin.

Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku di 24 saeten dawin da di erişen İsraile yen diji Xeta Xezeye da 10 Filistiniyen din ji hatin kuştin ü 73 Filistini ji birindar bün.

Her wiha hat balkişandin ku ji 7e Cotmehe vir va di erişen İsraile da hejmara Filistiniyen hatin kuştin derket 37 hezar ü 347an, ya birindaran ji derket 85 hezar ü 372yan.

Disa ew yek ji hat destnişankirin ku he di bin enqazan da ü li deve reyan cinaze hene, le ji ber astengkirina hezen İsraili, ekiben tenduristiye ü rayedaren parastina sivil nikarin xwe bigihinin cinazeyan. -



 
Latest News





 
 
Top News