Li Xezeya 233 roj e di bin êrîşên Îsraîlê da ye hejmara kuştiyan derket 35 hezar û 984an

26.05.2024 13:57

Di 24 saetên dawîn da 81 kes hatin kuştin û 223 kes jî birîndar bûn.

Li Xeta Xezeye ya ku ji 7e Cotmeha 2023yan ü vir va di bin erişen arteşa İsraile da ye, hejmara kuştiyan di 24 saeten dawin da 81 zede bü ü derket 35 hezar ü 984an.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiye ya li Xezeye da der heqe erişen İsraile da yen ku li diji Xeta Xezeye 233 roj in didomin, agahi hat dayin.

Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku di 24 saeten dawin da di erişen İsraile yen diji Xeta Xezeye da 81 Filistiniyen din ji hatin kuştin ü 223 Filistini ji birindar bün.

Her wiha hat balkişandin ku ji 7e Cotmehe vir va di erişen İsraile da hejmara Filistiniyen hatin kuştin derket 35 hezar ü 984an, ya birindaran ji derket 80 hezar ü 643yan.

Disa ew yek ji hat destnişankirin ku he di bin enqazan da ü li deve reyan cinaze hene, le ji ber astengkirina hezen İsraili, ekiben tenduristiye ü rayedaren parastina sivil nikarin xwe bigihinin cinazeyan. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '