26.05.2024 13:12
Xwendekar ü akademisyenen Zaningeha Van Yuzuncu Yile (YYU) çalakiyen xwe yen piştgiri ji bo Filistine, bertek li diji İsraile didominin.
Di Kone Piştevaniya Xezeye da ye li binkeya zaningehe vegirti, hevpeyvin, xebaten atolyeye, sinevizyon, kermes, resim ü peşangehen weneyan hatin kirin ü lidarxistin ü her wiha qewiminen li Xezeya di bin erişen İsraile da hatin zindikirin.
Li binkeya YYUye xwendekar ü akademisyenan bertek nişani erişen İsraile yen diji Xezeye dan.
Hindekare Dibistana Bilind a Pişeyi ya Van YYUye Yucel İslam diyar kir, weki zaningeh ew hewl didin ku li hemberi qetliaman bedeng neminin ü bi çalakiyan va ji ew dixwazin bale bikişinin ser mijare.
İslam bal kişand ku armanca wan ew e ku doza rewa ya gele Filistine ji bo dinyaye ragihinin ü her wiha got ku ew e li hemberi komkujiya li Xezeye te kirin, bedeng neminin. -