Li rojavayê Japonyayê bi mezinahiya 6an erdhej çêbû

03.06.2024 10:12

Li bajarê Wajimayê yê li Nîvgirava Notoyê 5 avahî hilweşiyan Di santralên nukleerê yên li herêmê da anormalî nehat tesbîtkirin.

Li eyaleta İşikawaye ya li rojavaye Japonyaye bi mezinahiya 6an erdhej çebü.

Li gori daxuyaniya Ajansa Meteorolojiye ya Japonyaye (JMA), li bajare Suzuye ye li rojhilate bakure Nivgirava Notoye ya İşikawaye bi mezinahiya 6an erdhej çebü.

Pişti erdheja ku bi dema heremi di saet 06.31e da 10 kilometre di kürahiya erde da çebü, hişyariya tsunamiye nehat dayin.

Li heman devere bi dema heremi di saet 06.40i da bi mezinahiya 4,8an erdhejeke din ji çebü.

Li gori Walitiya Eyaleta İşikawaye, di erdhejan da li bajare Wajimaye ye li Nivgirava Notoye 5 avahi hilweşiyan.

Li gori ragihandina şaxen reveberiya heremi, di erdhejan da tu kes nemir.

Lerz bi tevahiya İşikawaye ü her wiha Fukui ü Niigataya nezik ji di nav da li eyaleten dewrübere hat hiskirin.

Di Santrala Nukleere ya Şikaye ya li İşikawaye ü Santrala Nukleere ya Kaşiwazaki-Kariwaye ya li Niigataye da anormali nehat tesbitkirin.

JMAye ragihand, li hereme lerzen dümahike mumkin e hefteyeke bidomin. -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '