Li rojhilate bakure Nijeryaye di operasyona diji rexistina terore Boko Harame da gelek endamen rexistine hatin berterefkirin.
Berdevke Arteşe Onyema Nwachukwu di daxuyaniya xwe ya niviski da ragihand, teroristan li herema Biu ya eyaleta Bornoye hewl dan ku erişi yekineyen eskeri bikin.
Onyema Nwachukwu got ku pişti ve hewldane, eskeran li diji Boko Harame operasyon li dar xist, gelek terorist berterf kirin.
Nwachukwu diyar kir ku di operasyone da kampa teroristan hat bombebarankirin, çek, muhimat ü wesayiten rexistine hatin bidestxistin.
Li Nijeryaye digel operasyonen van salen dawin Boko Haram he ji pirsgireka ewlekariye ya cidi ye.
Li Nijeryaye ji sala 2009an vir va di erişen terore yen girseyi yen Boko Harame da ji 20 hezari zedetir insan hatin kuştin.
Rexistin ji 2015an vir va li welaten ciran Kamerun, Çad ü Nijere ji erişan dike. Di erişen rexistine yen li keviya Gola Çade da heri kem 2 hezar kes hatin kuştin.
Ji ber erişen terore ü şer bi sedan hezar kesi ji neçar man ku ji cih ü waren xwe koç bikin. -
|