Wezire Karen Navxweyi Ali Yerlikaya ragihand, di operasyonen "Bozdogan-34" da yen li diji rexistina terore DEAŞe li 12 parezgehan hatin lidarxistin, 41 berşik hatin qefaltin.
Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabe xwe ye medyaya civaki da diyar kir ku li diji rexistina terore DEAŞe li Bolu, Eskişehir, Stenbol, Kirikkale, Kilis, Kocaeli, Nevşehir, Sakarya, Gazientab, Şanliurfa, Duzce ü Manisaye bi tevahi li 12 parezgehan operasyonen "Bozdogan-34" hatin lidarxistin.
Yerlikaya bal kişand ku di van operasyonan da li Boluye 5, Eskişehire 1, Stenbole 10, Kirikkaleye 5, Kilise 5, Kocaeliye 4, Nevşehire 3, Sakaryaye 1, Gazientabe 1, Şanliurfaye 3, Duzceye 1 ü Manisaye 2, bi tevahi 41 berşik hatin qefaltin.
Yerlikaya her wiha bal kişand ku di operasyonan da gelek demançeyen beruxset, alaven dijital, bi miqdareke zede dowiz ü lireye Tirk hatin bidestxistin.
| -
|