Wezareta Karen Navxweyi ya Misre ragihand ku operasyon hat lidarxistin ku 9 kesen ku di nave da kiryare erişa diji hezen ewlekariye ya se sal bere ji heye, hatin kuştin.
Di daxuyaniya niviski ya Wezareta Karen Navxweyi da wiha hat gotin, "Di operasyona hezen ewlekariye ya li bajaren 15e Gulane ü Ubure ku li rojhilate paytext Qahireye diminin da pevçün derket ü 9 terorist hatin kuştin."
Hat destnişankirin, di nava kesen ku hatin kuştin da ji fermandaren "Tevgera Tuxaya Şoreşe" Mehmüd Qasim ji heye ku se sal bere li bajare Menüfiyeye li diji Tuxgeneral Adil Recai süiqest kiribü.
Li Misre "Tevgera Tuxaya Şoreşe" tebaxa sala 2016an derketibü hole ü di berfanbara heman sale da ji fermandare we Adil Recai li ber mala xwe ya li Menüfiyeye hatibü kuştin.
Wezareta Karen Derva ya Amerikaye sibata 2018an Tevgera Tuxaya Şoreşe kiribü listeya rexistinen terore. -
|