Li Şanliurfaye li kargeha Çandini ya Ceylanpinare ya giredayi Reveberiya Gişti ya Kargeriyen Çandiniye (TİGEM) ya Wezareta Çandini ü Daristanan, li qadeke bi qasi 640 hezar donimi, bizire dan ü dexle li erde hat bizirandin.
Li we qada ku mezintirin kargeha Tirkiyeye ye, li sere bi qasi milyonek ü 663 hezar ü 244 donim erdi, dan ü dexla weke genim, ceh, nisk, garis, fisteqen entabe, gulberoj ü kizin ten çandin.
Li we kargeha ku weke "Embara Dan ü Dexle" te zanin, bi mekineyen teknolojiya dawin biziren dexl ü dan li erde ten bizirandin.
Çinin ü Çandin bi hev re te kirin
Alikare Revebere Kargeriya Çandiniye ya Ceylanpinare Osman Topçu di daxuyaniya xwe ya ji bo nüçegihane AAye de ani ziman ku kargeha wan di nava kargehen cihane de dikeve nava rezen seri de.
Topçu wiha axivi:
"Em çandiniye bi 300 xebatkar ü 32 mibzerin teknolojiya dawin bireve dibin. Dema xebaten me yen çandiniye biqedin, de di nezika 542 hezar donim erdi de genim, di 7 hezar ü 673 donim erdi de ceh, di 5 hezar ü 382 donimi de danen ji bo em, di 74 hezar ü 149 donimi de nisken şolik ü 11 hezar ü 695 donimi de ji kizin werin çendin." -
|