Li Gazîentabê rêwîtiya zehmet ya qelandina firîkan dest pê kir

Li Gazîentabê rêwîtiya zehmet ya qelandina firîkan dest pê kir

26.05.2024 10:57

Kasim Demirê cotkar: "Herkes nikare vê bike, hostetiyek jê ra lazim e. Ku tu zehf bişewitînî, nîvî dibe rijik, ku kêm bişewitînî jî xav dimîne. Ji lewma jî yên zane divê bikin.

Li Gazientaba ku di ware gastronomiye da cara ewil di nav "Tora Bajaren Afiriner" ya UNESCOye da cih digire, qelandina firikan dest pe kir.

Li Deşta Erebane ya ku weki embara dahn ü dexlen Başüre Rojhilate te zanin, cotkar simbelen genim en heşin diçinin ku wan biqelinin.

Cotkaren di bin germa ku hin caran digiheje 35 pileyan da dixebitin ji bo ku simbil hişk bibin rojeke wan di zeviye da dihelin ü paşe agir berdidin ku firik biqelin.

Pişti qelandina firikan makine firikan berhev dike, cotkar wan paqij dikin ü dibin fabrieyan ku ew ben paketkirin.

Çekirina firikan di sale da qasi 10 rojan dajo ü diqede.

Li Gazientabe savare firikan navdar e ku ev savar di nav beren tescilkiri yen bajer da ji cih digire.

"Ne kareki hesan e"

Seroke Odeya Ziraeta Arabane Hasan Altun ji peyamnere AAye ra diyar kir ku birince ji firik te çekirin pir tendurist e.

Altun bal kişand ku firik bi işareta coxrafi hat tescilkirin ü li Tirkiyeye büye marqe ü her wiha ji bo berbelavbüna ve nirxe, dive piştgiri be dayin.

Altun destnişan kir, genim gava bi terayi te dirün, bi tam e ü wiha dewam kir, "Cotkaren me dema genim be 600 kilograme wan, di firike da dibe 300 kilogram, lewra firik ter e. Ku ter nebe, tame nade. Karker pişti ku simbilan kom dikin, dişewitinin. Piştra simbil ten zihakirin ü ji kargehan ra ten şandin. Ango kareki zehmet ü bi eziyet e, herkes nikare bike."

Kasim Demire cotkar ji bal kişand ku çekirina firikan zehmet e ü wiha dewam kir, "Herkes nikare ve bike, hostetiyek je ra lazim e. Ku tu zehf bişewitini, nivi dibe rijik, ku kem bişewitini ji xav dimine. Ji lewma ji yen zane dive bikin. Kesen nezan, betecrube nikarin bikin." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '