Li Gazientab, Meleti ü Şanliurfaye bi minasebeta Eyda Qurbane goristan ü şehidgeh hatin ziyaretkirin.
Li Entabe welati pişti nimeja eyde çün goristanen Esri ü Yeşilkente ü qebren eqrebayen xwe ziyaret kirin.
Hin welatiyan li ber qebran dia kirin, Qur'ana Kerim xwendin. Hinekan ji kulilken li ser merzelan av dan.
Meleti
Waliye Meletiye Aydin Baruş digel Midüre Ewlekariya Parezgehe Ercan Dagdeviren, Fermandare Cendirmeye Parezgehe Albay Necmi İnce şehidgeha li Goristana Bajer a Yeşiltepeye ziyaret kirin.
Baruş ü yen pe ra eyda eqrebayen şehidan piroz kirin, qurnefil danin ser qebren şehidan ü dia kirin.
Riha
Li Rihaye ji goristan hatin ziyaretkirin.
Welati pişti nimeja eyde çün goristanen li navenda bajer. Welatiyan li vir qebren eqrebayen xwe ziyaret kirin, dar ü kulilken li ber goran av dan, dewrübera merzelan paqij kirin. -
|