06.06.2024 10:57
Li Diyarbekire li firmayeke ku kirase bükaniye çedike, bi mebesta balkişandina ser erişen İsraile yen diji Xezeye kirase bükaniye yen bi xwin ü cilübergen ji alaya Filistine dirüt.
Berteken diji erişen İsraile yen diji kesen ku li Xeze ü Refehe di bin konan da bün li nav civaken curbicur berdewam e.
Li Kayapanira navçeya navendi ya Diyarbekire firmayeke ku kirase bükaniye çedike bi berhemen xwe yen weke berteke li diji İsraile, bale dikişine.
Di organizyoneke mezin a firmaye da, li ser podyume cilübergen ji alaya Filistine ü kirase bükaniye ye bi xwin ji aliye mankenan va hatin nasandin.
Di esnaya defileye da ji ekrana LED alaya Filistine digel dimenen werankari ü kuştinen İsraile cih girt.
"Sedema konsepte şermezarkirina erişen İsraile yen diji Xezeye ne"
Xwediye firmaye Mehmet Kaymak ji nüçegihane AAye ra ani ziman ku 15 sal e ew di sektora modaye da ye, di seri da Diyarbekir ew li seransere welet defileyan li dar dixin.
Kaymak diyar kir, ew bi feraseta berpirsiyariya civaki tevdigere ü bi ve ferasete tiştan disewirine ü wiha dewam kir, "Sedema çekirina ve konsepte şermezarkirina erişen İsraile yen li diji gele Filistine ye. Meriv li we dere ten kuştin ü birindarkirin. Her roj zarok, bük, keç ü xort ten qetilkirin. Armanca sewirandinen me, protesto ye."
Kaymak diyar kir ku ew edi naxwazin li Filistine xwine bibinin ü dive ev eriş bi dawi bibin.
Kaymak wiha dewam kir, "Dive dinya ji ve ra bedeng nemine. Ev şermeke mezin a mirovahiye ye. Dive em bi fikr ü ramanen xwe, projeyen xwe ü sewirandinen xwe va ligel Filistine bin. Dive her kes demildest berteka xwe nişan bide. Helwesta me zelal e."
Ji mankenan Sena Selen Benere ji got ku ew ji ber erişen diji sivilen Xezeyi pir li ber xwe dikevin, wan xwest ku bi ve defileye va nişan bidin ku ew ligel Filistiniyan in ü wiha got, "Ez kirinen li Xezeye şermezar dikim."
Umra Tarika ku bükaniya xwini li xwe kir ji diyar kir ku bi gelemperi kişandina modeye bi kef ü xweşi derbas dibe, di ve defileye da ji ew xemgin in. -