29.05.2024 09:42
Bi sedan kesen li ber Qesra Spi kom bün, İsraila erişi Refahe kir ü Amerikaya beyi şert ü merc piştgiriye dide protesto kirin.
Kesen ji nijad ü dinen cuda yen berevare li ber Qesra Spi kom bün, bertek nişani İsrail ü reveberiya Biden dan.
Xwepeşanderan diyar kir, İsraila ku di erişa diji kampa konan a li Refahe da sivil kuştin, jenosida li Xezeye didomine. Xwepeşanderan her wisa li lehe Filistine ü eleyhe İsraile da durişm berz kirin.
Xwepeşanderan bi pankarten vekirin va reveberiya Biden ji weki "şirike sücen İsraile" penase kirin ü bal kişandin ku dive Amerika edi çekan neşine İsraile.
Xwepeşanderan durişmen weki "Filistina azad", "Li Xezeye jenoside rawestinin" ü "Bidene jenosidkar" berz kirin ü diyar kirin ku dive Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu were darizandin.
Xwepeşanderan her wisa ji bo agirbesta bilez a li Xezeye, bangi reveberiya Amerikaye kir. -