Li başüre Süriyeye li bajare Deraye bombeyen ku di wesayiten eskeri yen rejima Esed da hatin bicihkirin, teqiyan ü 6 je ji hezen rejime, 8 kes mirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyen heremi yen li Deraye hat hildan, di wesayita eskeri ya "Firkaya 4emin" ku İran piştgiriye dide ü Mahir Esede biraye Beşşar Esed fermande dike da bombeya eyarkiri hat bicihkirin. Di teqine da ji hezen rejime 5 kes mirin, 15 birindar bün.
Pişti teqina taxa Dahiyeye ya rojavaye Deraye teqina duyemin çebü.
Li bajaroka Ciline ya ku dikeve aliye rojavaye bajer, bombeya ku di wesayiteke da hatibü bicihkirin ü dema ku wesayit ji baregeha eskeri derket hat teqandin. Albayeki rejime ü ji malabata wi du kes mirin.
He kesi eriş hilnedane ser xwe.
Beri niha ji li Deraye karwanen rejime rasti erişe hatibün, le tiştek bi kesi nehatibü.
Rejima Esed bajare Deraye ku agire raperina gel le ve ketibü, havina çüyi bi piştgiriya Rüsyaye bi dest xistibü. -
|