Li Azerbeycane firokeya eskeri ya Xizmeten Sinor en Dewlete qeza kir ü di qezaye da 14 eskeren birutbe şehid bün, 2 esker birindar bün.
Li gor daxuyaniya ku ji Xizmeten Sinor en Dewleta Azerbeycane hat dayin, qeza li gor saeta heremi di 10.40i da li herema Hiziye ya, li qada perwerdeya esmani ya Karaheybete çebü.
Hat gotin ku Xizmeten Sinor en Dewlete ü rayedaren payebilind en Serdozgeriye çün cihe büyere, der heqe qezaye da lepirsin dan destpekirin.
Di qezaye da albayek, yarbayek, 5 serdar, 4 serpel, 2 tegmen ü xebatkareki teknike şehid bün, yarbayek ü serpelek birindar bün.
Serokomare Azerbeycane İlham Aliyew di peyama xwe ya ku weşand da sersaxi da malbaten eskeren ku şehid bün. -
|