Li Taşliçaya navçeya Agiriye, dergüşa ku li gunde ku ji ber bagere reya we hat girtin nexweş ket, bi xebata ekiben tenduristiye ya dijwar va gihandin nexweşxaneye.
Li gunde Gunbulduye malbata dergüşa 6 mehi İslam Samanci ye ku nexweş ket, li 112 Navenda Banga Bilez geriyan ü alikari xwestin.
Li ser xebere ekiben Midüriyeta Tenduristiya Parezgehe bi re ketin, yek je bipalet bi 2 ambulansan xwe gihandin gunde Gumuşluye ye reya we vekiri.
Ekiben tenduristiye ji ber ku reya di navbera herdu gundan da ya 6 kilometreyi girti bü, bi ambulansa bipalet dewam kirin ku stüriya berfe cih cihan 2 metre bü.
Ekiben ku gihiştin gund, di ambulansa bipalet da midaxeleya ewil a dergüşe kirin ü pey re ji birin radesti ambulansa li benda wan bü, kirin.
İslame piçük e ku bi deste ekiben ambulanse bo nexweşxaneye hat veguhestin, tedawiya wi dest pe kir.
İbrahim Samanci ji spasiya ekiben tenduristiye kir ü wiha got, "Neviye min ishal, vereşin ü agire wi hebü. Ji ber ku me nikaribü em agire wi daxinin, me alikari xwest. Xwede ji wan razi be." -
|