Li Wan, Bidlis, Müş ü Hekariya bajaren Rojhilate Anadoluye ji ber berf ü bagere reya 1063 wargehan hat girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajare Mezin a Wane da hat destnişankirin ku li navend ü navçeyen bajer ji ber berf ü bagere reya 516 wargehan ji çüyin ü hatine ra hat girtin.
Ekiben paqijkirina berfe ji bo vekirina reyen girti benavber dixebitin.
Hekari
Li Hekariye ji ber rewşa hewaye reya 87 gund ü 210 goman hat girtin.
Ekiben İdareya Taybet a Bajer ji bo vekirina reya 297 wargehan dixebitin.
Ekiben şaredariye ji bi kamyonan berfa li navenda bajer dikişinin dervaye bajer.
Bidlis
Umit Kurtkane Midüre Xizmeten Re ü Gihandine ye İdareya Taybet a Bajer diyar kir ku reya 145 gundan ji ber berfe hat girtin.
Kurtkan destnişan kir ku ji bo vekirina reyen girti xebaten xwe didominin.
Müş
Li Müşe ji ji ber berf ü bagere reya 105 gundan hat girtin.
Nihat Rençbere Midüre Xizmeten Re ü Gihandine ye İdareya Taybet a Bajer diyar kir ku ji bo vekirina reyen girti benavber dixebitin.
Ajokaren rebejaya Müş-Bidlise bi kar tinin ji ber mij ü cemede tengasiye dikişinin.
Navenda bajer bi xemla sipi xemili, ji ber hewaya sar qirayi ket ser daran. -
|