Di erişa topxaneyen İrane ya diji herema çiyayi ya giredayi bajare Hewlere da ji heman malbate kesek hat kuştin, 2 kes ji birindar bün.
Qaymeqame Sorana navçeya Hewlere Kurmanc İzet di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniya xumali da diyar kir ku yekineyen topxaneyen İrane herema sinor a Sidekane bombebaran kirin.
İzet diyar kir ku gunden ser sinor en Berbizin, Telan, Bekepoşk ü Düstana bün hedefen topxaneyan ü di erişe da ji heman malbate kesek hat kuştin, 2 kes ji birindar bün. İzet diyar kir, keça 18 sali ku di erişe da hat kuştin ü herwiha herdu ciwanen 14 ü 23 sali yen birindar, xwişk ü birayen hevdu ne.
Herwiha hat ragihandin ku di erişe da ziyan gihişt zeviyen çandiniye ji.
Li Piranşehra navçeya Azerbeycana Rojava ya neziki sinore İran-Iraqe duh di erişa biçek a diji wesayita Arteşa Pasdaren Şoreşe da 3 esker hatibün kuştin. -
|