Ji ser wefata Pire Xweşxwanan, dengxweşe Anatolyaye hunermende mezin e Muzika Gel a Tirki Qazanci Bedih re 18 sal derbas bün.
Sitranbeje Dawidi ye Muzika Gel a Tirki ku nave wi ye rastin Bedih Yoluk e, sala 1929an weke zaroke Xelile Çulhaci ü Zemzem Xanime li Şanliurfaye hate dinyaye.
Di salen zaroktiya xwe bi destpekirina muzike re, xwe feri cumbiş, üd ü tembüre kir. Ji ber ku bi direja salan kare çekirina qazanan dikir ü di wi kari de serkefti bü bi nasnave Qazanci Bedih namiwer bü.
Qazanci Bedih sala 1948an çü eskeriye, sala 1950i ji li şaredariye weke karker dest bikar kir. Dema sal gihişt 1975an kji kare xwe malnişin bü. Piştre di şinan ü mewlidan de edi dest bi xezelxwaniye kir.
Deng da xezelen helbestvanen diwane yen weke Fuzüli ü Nabi
Mamostaye mezin pişti sala 1977an ji ber xwendina xezelen helbestvanen diwane yen weke Fuzüli ü Nabi bi denge xwe yi xweş ü xwendina xezelan bi meqamen cuda meşhür bü.
Qazanci Bedih herwiha bi sitranen koçiki ü tirkiyan denge xwe bir hemi kesi ü dile wan bi bal xwe ve kişand.
Mamosta Qazanci Bedih bandor li geek hunermenden weke İbrahim Tatlises, Mahsun Kirmizigul, Selahattin Alpay ü Mahmut Tuncer kir.
Bi kesayetiya xwe ya pak ü nefisbiçüki pişti 1997an di civaka muziknasan de weke "Pir" hat bi nav kirin.
Hunermende xweşxwan bi domandina muzike re dev ji pişeya xwe ya çekirina qazanan ji berneda.
Di destpeka salen 2000i derket lütkeya kariyera xwe, di daxuyaniya xwe 2003yan de ani ziman ku şuhreta pişti 70 saliye ji bo wi ne giring e ü dev ji jiyana hunere berda.
Pişti ku xatir ji sehneyan xwest bi saleki Qazanci bedih digel hevjina xwe, 19e çileya 2004an li mala xwe ya li Şanliurfaye di xew de ji xaza karbonmonoksite jehri ketin ü cane xwe ji dest da. -
|