Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 20/05/2024 13:24 
News  > 

Biden got, ku Îsraîl bi êrîşeke berfireh bikeve Refahê ew ê şandina çekan a bo vî welatî rawestîne

09.05.2024 09:42

Serok Biden qebûl kir ku bombeyên 900 kîlogramî yên Amerîkayê şandin Îsraîlê li Xezeyê di kuştina sivîlan da hatin emilandin.

Seroke Amerikaye Joe Biden diyar kir ku İsrail bi erişeke berfireh bikeve Refahe ew e şandina çekan a bo vi welati rawestine.

Seroke Amerikaye Biden di hevpeyvina xwe da ya bi qanala CNNe ra, der heqe rewşa li Xezeye da ü her wiha der heqe we yeke da ku İsrail erişeke berfireh li diji Refahe bide destpekirin helwesta Amerikaye de çi be, nirxandinen xwe ifade kirin.

Biden der heqe rawestandina sewqiyeta bombeyen bi qasi 900 kilogrami ya bo İsraile da wiha got, "Sivilen li Xezeye ü yen li bajaren din en ku (İsrail) ket navenden wan, di encama van bombeyan da hatin kuştin." Bi ve şiroveye va Biden ew yek qebül kir ku bombeyen berhemanina Amerikaye li Xezeye di kuştina Filistiniyan da hatin emilandin.

Biden da bibirxistin ku wan beri niha gelek cari İsrail hişyar kir ku erişeke berfireh li diji Refahe nede destpekirin ü her wiha wi ev mijar di hevditina xwe ya dawin a digel Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu da ji bi eşkereyi ani ziman.

Biden wiha got, "Ku bikevin Refahe, he bi erişeke berfireh neketine, ku bikevine we deme ez e çeken li Refahe ü li bajaren din ten emilandin neşinim, min ev bi eşkereyi destnişan kir."

Biden her wisa bal kişand ku ew he ji pabendi dabinkirina ewlehiya İsraile ne, lebele ew e hin çek, bombe ü guleyen topan en İsrail li ciwaren sivilan diemiline, rawestinin. -



 
Latest News





 
 
Top News