Fona Peşketina Qetere ragihand ku ew e ji bo mexdüren lehiya li İrane je ji 15 hezar kesi ra alikariya bilez bişinin.
Di daxuyaniya niviski ya fone da hat destnişankirin ku alikari de bi hevkariya Heyva Sor a İrane ü Rexistina Xaça Sor a Navneteweyi va ji ser Heyva Sor a Qetere ra ben şandin.
Wezire Karen Navxweyi ye İrane Ebduriza Rehmani Fazli diyar kiribü ku ziyana bobelata lehiye ku li vi welati 25 eyalet da ber xwe, 7 milyar ü 619 milyon dolar e.
Li 25 eyaleten İrane ji meha adare vir va baraneke gumrah dibare ku di encame da bobelata lehiye rabü ü bü sedema ziyaneke zede ya mal ü can. Herwiha hatibü ragihandin ku ji ber bobelate li seransere welet bi dehan kesi cane xwe ji dest da.
Heyva Sor a Tirk ji bo mexdüren lehiye yen li İrane ketibü nav liv ü tevgere ü ligel hevkariya Heyva Sor a İrane ji bo heremen afat bi ser da hati, 5 tir alaven alikariya mirovi şandibün. -
|