Li ser medyaya civaki di hewlen rüreşnişandana Herekata Kaniya Aştiye ya ji bo xirabkirina koridora terore ya hewl didin li sinore başür e Tirkiyeye ava bikin, pekanina hizür ü aştiya li hereme hatibü destpekirin da aligiren YPG/PKKya rexistina terore ji bo dezenformasyona diji herekate dimenen montajkiri yen weki ku li ser hesabe Hulusi Akare Wezire Parastina Neteweyi hatine parvekirin belav kirin.
Aligiren YPG/PKKye yen hewl dan dezenformasyone bikin weneya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a di dema Herekata Çiqle Zeytüne da hatibü kişandin ya Ajansa Anadoluye (AA) weşandibü je kirin ü bi nexşeyeka Tirkiyeye ya bakure Iraq ü Süriyeye ji li ser welet nişan dide va kirin.
Heman hesaben manipulator dimenen ve nexşeya xirabkiri hildan weki ku li ser hesabe Akare Wezire Parastina Neteweyi hatiye weşandin parve kirin.
Dimena ku rexistina terore xwest manipule bike bi deste hesaben medyaya civaki yen lobiya Ermeniyan en li diji Tirkiyeye yen li Amerikaye ji bi heman awayi hat parvekirin.
Bere ji derketibü hole ku piştgiren rexistine di dema herekaten Mertale Ferate ü Çiqle Zeytüne da weneyen qetliam ü şeren li ciyen mayin en dinyaye hatine kişandin ji bo manipulasyon ü dezenformayone li ser medyaya civaki bi kar anine ü AAye ji ew derxistibü hole. -
|