Karsazen Tirk yen ku li Belçikaye dijin ji bo xwendekaren li Bazida navçeya Agiriye dixwinin pelav ü mont şandin.
Alikari bi organizasyona Komelaya Karsazen Pişesaz a Memleketparez (MİSİAD) va hat kirin. MİSİAD li dinyaye 30 welaten cuda fealiyetan dike ü gelek caran alikariya cilan dide xwendekaran.
Komeleye di çarçoveya ve xebate da 250 mont ü pelav şandin Bazida navçeya Agiriye. Alikariya cilan li mekteba Seretayi ya li gunde Dalbahçeya ji hela mamosteyan va li xwendekaran hat belavkirin.
Alikare Seroke MİSİADe ye Şaxa Belçikaye Kadir Yucelbaş got ku dive meriv hemü tiştan ji dewlete nexwaze ü ew ji tişteki bikin ü wiha axivi:
"Ji bo welat ü gele me tişta ku ji deste me te em e bikin. Ji bo xwendekaren feqir çi hewce bike em e bişinin. Ez ji ve dere bangi hemü karsazan dikim, werin hün ji piştgiriye bidine ve kampanyaye. Eger hün ji alikare bidin em dikarin şert ü mercen xwendekaren me yen perwerdeye he baştir bikin."
"Em bicemidin ji em dikarin deste xwe bikin berika monte xwe"
Hivda Kasirgaya ku diçe mekteba navin a gund got ku ew bi saya montan isal nacemidin. Kasirgaye got ku hewcedariya wan bi pelav ü montan hebü ü wiha dewam kir: "Em ji ber ve alikariye geleki spasdar in. Edi monten me hene, em bicemidin ji edi em dikarin deste xwe bikin berika monte xwe da ü germ bikin." -
|