Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 21:15 
News  > 

Ji arşîva 100 salî ya AAyê berhevokeke nûçeyan

25.03.2020 14:12

Ajansa Anadoluyê ku 6ê Nîsana 2020an dê 100emîn salvegera xwe pîroz bike, sed sal e dengê Anadoluyê digihîne dinyayê û herwiha Anadoluyê jî bi geşedanên li dinyayê dihisîne û peywireke girîng tîne cih.

Ajansa Anadoluye (AA) ku bi telimata Xazi Mustafa Kemal Ataturk 6e Nisana 2020an hat damezirandin, bi minasebeta 100emin salvegera damezirandine va nüçeyen xwe yen ku di dirüve belgeyen diroki da ne jinüva servis dike.

AAya ku di şerten giran en Şere Rizgariye da hat damezirandin ü nüçeyen xwe yen ewil, 12e Nisana 1920an da servis kir, sed sal e denge Anadoluye digihine dinyaye ü herwiha Anadoluye ji bi geşedanen li dinyaye dihisine ü peywireke giring tine cih.

Ajansa Anadoluye ku şahide damezirandina Komara Tirkiyeye ye, nüçeyen xwe yen ku di dirüve belgeyen diroki da ne, di 100emin salvegera damezirandine da disa bi aboneyen xwe ra parve dike.

Di nava van nüçeyan da lekolinen heyeta Cemiyeta Neteweyan en li Müsile, peymanen dostaniye yen ku Tirkiyeye ligel Swed ü Çekoslovakyaye imze kirin ü herwiha biryara greve ya karkeran a li Hamburge derdikevin peş.

Hinek nüçeyen ku ji hela AAye va sala 1925an bi Osmani hatin serviskirin ev in:

2ye Nisana 1925an



"Varşova - (A.A. Betel) Ji bo ku di navbera Lehistan ü Çekoslovakyaye da peymana bazirgani were imzekirin, 20e nisane heyeteke erkdar a Çekoslovak de were Varşovaye."

"Berlin - (A.A. Betel) Karkeren neqliyeya dezgehan en Hamburge greva gişti ragihandin da ku maweya wan a şixul berjeri heşt saetan bikin."

5e Nisana 1925an



"Qahire - (A.A. Betel) Dawiya hefteya bori di encama qederek şewaten ku li gunden Misre rü dan da çar gund şewitine. 56 kesi wefat kirine ü gelek kes ji birindar büne. Teqriben 1200 xane şewitine."

"Cenevre - (A.A.) Heyeta tedqiqe ya Cemiyeta Neteweyan ji Müsile vegeriya ü roja ine gihişt İskenderiyeye. Heyet we di nav meha gulane da raporen xwe amade bike ü di hezirane da peşkeşi Meclisa Daimi ya Cemiyeta Neteweyan bike."

8 Nisan 1925

"Ankara - (A.A) İro di civina Meclisa Milet a Mezin da xebera Mebüse Merdine Derviş Bege ku ji miqame riyasete ye, hatiye dayin ü ji bo hurmeta xatireya merhüm celse du deqiqeyan hatiye tetilkirin."

12 Nisan 1925

"Ankara - (A.A) Meclisa Milet a Mezin di civina xwe ya iro da ji bo biryara ser tefsira benda 23yemin a Qanüna Teşkilata Esasiyeye, daxwaza Wezire Karen Derva Ruştu Beg qebül kir ü biryar mizakere kir."

13 Nisan 1925

"Ankara - (A.A.) Meclisa Milet a Mezin di civina xwe ya iro da peymanen ku di navbera Komara Tirkiyeye ü Swed, Felemenk ü Çekoslovakyaye da hatin imzekirin, qebül ü tesdiq kirin."

22 Nisan 1925

"Ankara - (A.A) Meclisa Milet a Mezin di civina xwe ya iro da ji bo imara cihen lil li ser qanüna avakirina bankeye sekini. Doxtor Hilmi Beg gotiye ku ev mijar ji bo her dere welet pirsgirek e ü avakirina bankeye we ji bine van deynan dernekeve. Ji ber ve yeke ji dive dahaten ve bankeye seba çekirina bankeya ewladen şehidan were xerckirin." -



 
Latest News





 
 
Top News