05.06.2024 12:12
Reveberiya İsraile ji bo hevpeymana berdelikirina dilan neye binpekirin, ji Amerikaye garantiye dixwaze. Heke be pinpekirin ewe "erişen xwe yen diji Xezeye" bidomine.
Li gori nüçeya KANa televizyona dewlete ya İsraile, di civina Kabineya Cenge da, mijara hewla berdelikirina dilan ya di navbera reveberiya Tel Avive ü Tevgera Hemase da, hat gotübejkirin.
Hat diyarkirin ku Kabineya Cenge ji bo hevpeymana muhtemel a bi Hemase ra ji Amerikaye xwestiye ku "Heke peymana berdelikirina dilan be binpekirin", ji Amerikaye dixwaze destür be dayin ku erişen xwe yen li diji Xezeye bidomine.
Hat ragihandin ku rayedareki İsraili ye ku nave wi nehat eşkerekirin, gotiye ku ev biryara ku Kabineya Cenge bi yekdengiye sitand, ewe egera lihevkirina li ser hevpeymana berdelikirine kem bike.
Serokwezire İsraile Benyamin Netanyahu di gotara xwe da ya 3ye hezirane ku li Komiteya Parastin ü Karübare Derva ya Meclise peşkeş kiribü, li diji peşniyaza Seroke Amerikaye Joe Biden derketibü. -