Îspanyayê bi fermî Dewleta Filistînê nas kir

28.05.2024 14:57

Li İspanyaye hikümeta koalisyona çep di civina Lijneya Weziran da biryara naskirina bi fermi ya dewleta Filistine pejirand.

Berdevka Hikümete Pilar Alegriaye pişti civina Lijneya Weziran li Avahiya Serokweziriye Moncloaye ya li Madride di civina çapemeniye da axivi.

Alegriaye diyar kir ku di civina Lijneya Weziran da biryara naskirina bi awayeki fermi ya dewleta Filistine hat pejirandin ü wiha got, "Bü civineke taybet a Lijneya Weziran. Biryareke diroki ye ü takehedefeke we heye. Ew ji tevkarikirina aştiye ye."

Alegriaye destnişan kir ku İspanya, İrlanda ü Norwece bi biryaren xwe yen hevdem va Filistin nas kirin ü wiha dewam kir, "İspanyaye biryareke diroki wergirt ü ket nav wan 143 welatan ku dewleta Filistine nas dikin. Ev biryareke İspanyaye ye ku bi soza we ya edalet, nenakok ü aştiye ra lihevkiri ye."

"Naskirina Dewleta Filistine dive bi awayeki wisa be ku sepandina we 'pekan' be"

Serokwezire İspanyaye Pedro Sanchez ve sibehe der heqe naskirina Dewleta Filistine da daxuyani dabü ü diyar kiribü ku İspanya weki Ukraynaye Filistine ji li gor "hurmeta mafen mirovan a navneteweyi ü hiqüqa navneteweyi" dipareze ü destnişan kiribü ku welate wi her tim we Peymana Mafen Mirovan a Neteweyen Yekbüyi bipareze ü wiha gotibü:

"Bi vi awayi İspanya we li ser ji 140i zedetir welaten dinyaye yen ku Filistine nas dikin be zedekirin. Naskirina Filistine biryareke diroki ye. Armanca tekane ew e ku feydeya we bigiheje avakirina aştiye ya di navbera İsrail ü Filistine da. Naskirina Dewleta Filistine ne tene pekanina edaleta diroki ya daxwaza meşrü ya gele Filistine ye, di heman deme da ji bo bidestxistina aştiye ya ku em hemü dixwazin ji gavek e."

Sanchez bal kişandibü ku dive naskirina Dewleta Filistine bi awayeki wisa be ku sepandina we "pekan" be ü wiha gotibü, "Dive Xeze ü Şerieya Rojava di bin heman reveberiya Filistine da be ü dive bi koridoreke bibe yek ü her wiha dive Qudsa Rojhilat bibe paytexta we. Filistin dive di bin siwana reveberiya neteweyi da bibe yek." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '