Îspanya ewê midaxilî doza li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku Îsraîl bi cînosaydê tê sûcdarkirin, bibe

06.06.2024 12:42

Wezire Karen Derva ye İspanyaye Jose Manuel Albares, ragihand ku welate wi we bibe midaxile doza li Diwana Edalete ya Navneteweyi (ICJ) ku İsrail li Xezeye bi cinosayde te sücdarkirin.

Albares di civineke çapemeniye da ani ziman ku biryar dane ewe midaxili doza li ICJe ya ku ji aliye Afriqaya Başür va li diji İsraile vebüye bibin.

Albares got, "Em bi hefteyan li ser difikirin. Jixwe ev gavek bü ku welaten din bere avetibün ü hinekan ji dabün zanin ku ewe bavejin. Ji ber ku operasyonen İsraile li diji Xezeye didomin me ev biryar da. Armanca me du ali ye, ew ji bi vegerandina aştiye li Xeze ü Rojhilata Navin ü pabendbüna bi qanünen navneteweyi ye."

Albares tekezi li we yeke kir ku tevi biryara ICJe ya rawestandina erişen çekdar li Refehe, İsraile erişen xwe didomine ü got, "Gava ku İspanyaye iro avet, weke piştevaiyeke ji bo tedbiren ihtiyate ye dadgehe."

Wezire Albarek destnişan kir ku ewe ICJ biryare bide ka İsraile cinosayd kiriye yan na ü got, "Tişta ku İspanya dike hikumkirina li suce nine, ev tişt erka dadgehe ye." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '