28.05.2024 15:42
Alikare Serokwezire İrlandaye ü Wezire Karen Derva ü Parastine Micheal Martin ragihand ku welate wi bi awayeki fermi dewleta Filistine nas kir ü wiha got: "Naskirina Filistine ne dawiya pevajoyeke ye, le destpek e. Em bi kürahi giredayi legerina aştiye ü piştgiriya avakirine ya ji bo dewleta Filistine ne."
Pişti civina lijneya weziran Micheal Martin der bare biryara welate xwe ya ku bi awayeki fermi dewleta Filistine nas kir da daxuyaniyeke niviski da.
Martin diyar kir ku biryara hikümeta İrlandaye re dide ku bi dewleta Filistine ra tekiliyen diplomatik en berfireh ben danin ü wiha got: "Li gor daxwaza fermi ya rayedaren Filistine, hikümeta İrlandaye we statuya misyona Filistine ya li İrlandaye derxe asta balyozxaneye ü destüre bide ku dewleta Filistine ji bo İrlandaye balyoz tayin bike."
Martin destnişan kir ku ev biryar di heman deme da destüre dide ku nünertiya İrlandaye ya li Ramallahe ji veguhere balyozxaneye ü wiha dewam kir: "Naskirina Filistine ne dawiya pevajoyeke ye, le destpek e. Em bi kürahi giredayi legerina aştiye ü piştgiriya avakirine ya ji bo dewleta Filistine ne."
Martin bal kişand ku welate wi ve pabendiye pişti diplomasiyeke xurt a dehan salan ü hevkariya peşketine ya demeke direj e dewam dike, piştrast kiriye.
Martin got di xebaten reform ü xizmete yen revebiriya Filistine da piştgiriya civaka navneteweyi giring e ü destnişan kir ku ew e van xebaten ji bo ve armance ten kirin, zede bikin.
Wezire İrlandi Martin diyar kir ku wi der bare pevajoya be da bi Serokwezire Filistine Mihemed Mistefa ra hevditinen giring pek aniye ü bi hevkaren xwe yen Ewropi ü Ereb ra ji ji bo pekanina aştiye ya Vizyona Aştiye ya Ereban hevditinan dike.
Martin ani ziman ku ji bo rawestandina van pevçünen xedar ü felaketa insani, berdana kesen dilgirti, pekanina vizyona dewleta Filistine ya serbixwe ya bi İsraile ra di nav aşti ü ewlehiye da ye ew e bi şiriken xwe yen YE ü navneteweyi ra xebaten xwe bidominin. -