03.06.2024 12:12
Geroke Tirk Umut Balkiş e bi daxwaza keşfkirina dinyaye bi bisikleta xwe derketiye türa cihane, tevi küçike xwe Del e rehevaltiya wi dike, li Efxanistane ye.
Balkişe ku neh meh bere dev ji kare xwe berda ü her wiha malbata xwe ü hezkiriyen xwe di paş da hiştin, bi bisiklete welat bi welat digere. Balkiş guh nade zehmetiyen gera li ser bisiklete ü li coxrafyaya ase ya Efxanistane ger ü geşta xwe didomine.
Balkiş biçe kijan welati, tevli civake dibe, li sere çil ü çiyayan kamp dike ü bi wi awayi dibe çavnase insan, çand ü siruşta wi welati. Balkiş pişti ve, dixwaze biçe welaten Afrikaye.
Büyeren weki erdheja Kahramanmaraşe ya 2023yan, cudabüna ji hevala xwe, sekitina küçike wi yen ku li dü hev qewimin, di jiyana Balkişe 34 sali da ye li hin mekanen kefe ü organizasyonan wek DJ dixebiti, şikeftinek pek anin.
Balkiş diyar kir, ev büyer hemü bün sedem ku li xwe warqile, bibine ka zeman çend zü derbas dibe ü ji xwe bipirse ka maneya jiyane çi ye. Balkiş diyar kir ku ji ber hinde wi xwe di nava serboriyeke beserüber da dit.
Bi zedebüna hez ü daxwaza wi ya keşfkirina dinyaye va wi ji xwe ra bisikleteke saxlem ü alaven kampe dabin kirin ü di 7e İlona 2023yan da ji Yalikavaka Muglaye dest bi ger ü geşta dinyaye kir. -