Li Kehtaya navçeya Adiyemane welatiyen ji germe aciz dibin bi berfa ji quntaren Çiyaye Nemrüde tinin va fitara xwe vedikin.
Çiyaye Nemrüde di çarçoveya tevdiren li hemberi virusa koronaye (Kovid-19) da ji bo ziyaretvanan girti ye.
Li ser Çiyaye Nemrüde ye 2 hezar ü 206 metro bilind tumulusa 50 metro bilind ü 150 metro fireh a Qraliyeta Kommageneye ü peykeren mezin hene. Çiyaye Nemrüde ji ber giringiya xwe di Listeya Mirateya Dinyaye ya UNESCOye da ye ü yek ji wan deran e ku le hilatin ü qulibina roje heri xweşik te temaşekirin.
Bi saya bilindahiye berfa li kuntaren çiye he neheliye ü welatiyen di van rojen germ en bi roji da ti ü birçi dibin ji bo weca xwe bişkenin fitara xwe bi berfa çiye vedikin.
Welatiyen ji navçeya Kehtaye ü Siwerega navçeya Rihaye bi wesayiten xwe yen taybet ten Çiyaye Nemrüde berfa li pale tiji poşet ü termosan dikin ü dibin evare dimse ji le dikin ü bi berfedimse fitara xwe vedikin.
Eyup Aslane ji navçeya Kehtaye bo berfe bibe hat hereme got ku ew hersal hefteye heri kem rojeke te ü le isal ji ber şewbe cara ewil e hatiye berfe bibe. -
|