08.06.2024 10:12
Fezagere duyemin e Tirkiyeye Tuva Cihangir Atasever de iro fira xwe ya lekolina bine xulgehe bike.
Li gori agahiyen ku nüçegihane AAye berhev kir, te plankirin balafira ku wesayita bine xulgehe "VSS Unity" a aidi Virgin Galactice ku Atasever ji te da ye, vediguheze, de bi dema DYAye di derdora 08.30yi da (dema TR 17.30) ji tesisa Spaceporta lli New Meksikoye bifire.
Di nava ekiba 6 kesi ya "Galactic 07"e da fezagere duyemin e Tirkiyeye Atasever ji heye. Her wiha te da li tenişt 2 pilotan ji DYAye 2, ji İtalyaye ji fezagereki taybet hene.
Te plankirin firin saetek ü 10 deqiqeyan biajo. Di firine da wesayita bine xulgehe "VSS Unity" bi navginiya balafira veguhezer we bi qasi 45 hezar feet bilind bibe, pişti we ewe motoren xwe yen rokete yen bi sotemeniya hibrit agir bike ü bigiheje bilindahiyeke bi qasi 90 kilometroyi.
Te plankirin ku Atasever di qonaxa ketina serbest a bi qasi 3 deqiqeyan da, di jingeheke mikrogravit da 7 ceribandinen zanisti pek bine. -