Wezire Karen Navxweyi Ali Yerlikaya ragihand, di roja yekem a tetila Eyda Qurbane da di qezayen trafiqe da 5 kes mirin.
Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabe xwe ye medyaya civaki da diyar kir ku ekiben Ewlekari ü Cendirmeye di tetila 9 rojan a Eyda Qurbane da ji bo ewlehiya welatiyan li ser kare xwe ne ü tedbiren pewist sitandin.
Yerlikaya bal kişand ku di roja yekem a tetila eyde da ango 15e Hezirane roja Şemiye di 24 saetan da 852 qezayen trafiqe çebün ü wiha got:
"407 hezar ü 731 hezar wesayit hatin kontrolkirin. Ji bo 24 hezar ü 357 wesayitan miemeleya leze hat kirin, ji bo 42 hezar ü 720 hezar wesayitan ji miemeleyen din hatin kirin. Di roja yekem a tetila eyde da di qezayen trafiqe da mixabin 5 welatiyen me mirin, 1421 welatiyen me ji birindar bün. Ji bo welatiyen me yen mirin ez ji Xwede ji bo wan rehmete, ji bo birindaran ji şifaye dixwazim."
Wezir Yerlikaya heri dawi ji ew hişyari ani ziman ku welati pabendi regezen trafiqe bin. -
|