Di operasyonên "Narkoçelîk-21"ê da 266 gumanbar hatin girtin

07.06.2024 09:42

Wezire Karen Navxweyi Ali Yerlikaya ragihand ku di operasyonen "Narkoçelik-21"e da ku Reveberiya Ewlekariya Adanaye van 3 rojen dawin li dar dixe, 12 çeteyen süce hatin hilweşandin, 266 gumanbar hatin girtin.

Wezir Yerlikaya di daxuyamiya xwe ya li ser hesabe medyaya civaki da diyar kir ku Walitiya Adanaye, Serdozgeriya Komare ya Adanaye ü Serokatiya Diji Sücen Narkotik a Reveberiya Ewlekariya Gişti bi hemahengi xebat lidar xistin.

Bi beşdariya 586 ekib, 2 hezar ü 855 personel, 10 unsüren herekate, 3 wesayiten asimani, helikopterek ü 23 küçiken narkotik en dedektor, operasyon hat lidarxistin.

Yerlikaya destnişan kir ku di encama operasyonan da 12 çeteyen hişbire yen cihe hatin hilweşandin ü got, "Di operasyonan da 282 gumanbar hatin binçavkirin, ji wan 266 hatin girtin, 11 kes ji bi şerte kontrola edli hatin berdan." -

In order to provide you with a better service, we position cookies on our site. Your personal data is collected and processed within the scope of KVKK and GDPR. For detailed information, you can review our Data Policy / Disclosure Text. By using our site, you agree to our use of cookies.', '