Operasyonen Eren Ablükaye yen ku Wezareta Karen Navxweyi di 15e Nisane da li diji PKKya rexistina terore dan destpekirin ü bi deste Fermandariya Gişti ya Cendirme ü Midüriyeta Gişti ya Ewlehiye va ten birevebirin dewam dikin ü heta niha 12 terorist hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezarete da hat diyarkirin ku ji bo PKKya rexistina terore ji rojeva welet be derxistin ü teroristen li hereme ben berterefkirin stratejiya "bigere-bibine-ji hole rake" dewam dike.
Operasyonen Eren Ablükaye ku heta niha li Diyarbekir, Hekari, Batman, Şirnex, Merdin, Tunceli, Müş, Bingol, Agiri, Eleziz ü Hataye hatin kirin ü 8 hezar ü 266 personeli di wan operasyonan da ci girt.
Di operasyonan da heta niha yek je di kategoriya tütik da li Agiriye yek, li Hekariye 6 ü li Şirnexe ji 5 bi tevahi 12 terorist hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezarete da hat gotin ku ji 15e Nisane heta 18e Gulane di operasyonen Eren Ablükaye da 31 şikeft, 124 sitargeh ü 16 ji embaren rexistina terore yen derketin hole, hatin imhekirin.
Di encama kontrolan da gelek çek, cebilxane ü amüren jiyane yen rexistina terore hatin qefaltin. -
|