28.05.2024 14:27
Serdozgeriya Komare ya Enqereye der bare büyeren Kobaniye yen 6-8e Cotmeha 2014an da ji bo 5 parlementeren Partiya Demokratik a Gelan (HDP) yen bere idianame amade kir.
Dadgeha Cezaye ya Giran ya Enqereye ya 22yemin di demeke nezik da di doza büyeren Kobaniye da der bare 108 bersücan da biryar dabü.
Ev idianameya der bare 5 parlamenteran da hat amadekirin ji şandin heman dadgehe.
Di idianameye da parlementeren bere yen HDPye Huda Kaya, Serpil Kemalbay Pekgozegu, Garo Paylan, Fatma Kurtulan ü Pero Dundar wek "şikbar" hatin binavkirin.
Di idianameye da hat destnişankirin ku di 6-8e Cotmeha 2014an da revebiren PKK/KCKya rexistina terore, sazümaniyen giredayi rexistine, endam ü hevseroken MYKya HDPye bang li gel kirin ku ew dakevin kolanan ü çalakiyen terore bikin.
Hat gotin şikbar Kaya, Pekgozegu ü Paylan en ku we deme parlamenter bün, Kurtulan ü Dundar en ku parlamenteren heyama 27emin in bi 108 bersücen ku ji heman sücan li Dadgeha Cezaye ya Giran ya Enqereye ya 22yemin ten darizandin der bare destpekirin ü pekanina büyeren 6-8e Cotmehe da di heman fikr ü tevgere da ne.
Di idianameye da hat gotin ku ji ber van sedeman dive şikbar ji bo ev sücen ku li ser bangen Navenda Gişti ya HDPye hatin kirin, berpirsyar ben qebülkirin.
Qismek je tuzel 2 hezar ü 674 mexdür an ji muştekiyan di idianameye da ci girt.
Heke idianame be qebülkirin şikbar we ji ber kuştina 37 kesen ku di nav wan da Yasin Boru ü hevalen wi ji hebün, sücen tekbirina yekitiya dewlete ü yekpareyiya welet bi cezaye hepse ye hetahetayi ya 38 caran hatiye girankirin ü ji ber hin sücen din yen ku bi cezaye hepse ya ku dema we cuda cuda be va ben darizandin. -