Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 26/04/2024 18:04 
News  > 

Der barê 9 parlementerên HDPyî da fezlekeya "Kobanê" tê amadekirin

13.01.2021 12:56

Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê da ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, Cîgirserokên Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, ji parlementeran jî Garo Paylan, Huda Kaya, Sezaî Temellî, Pero Dundar, Fatma Kurtulan û Serpîl Kemalbay Pekgozeguzê pêvajoya fezlekeyê...

Di çarçoveya lepirsina büyeren Kobane navbera 6-7-8e Cotmeha sala 2014an da qewimin ü 37 kes mirin, Hevseroka Gişti ya HDPe Pervin Buldan, cigirseroken koma HDPe ji di nav da bo 9 parlementeran bi armanca rakirina parezbendiye fezleke ten amadekirin.

Li gor agahiyen nüçegihane AAye hilda Serdozgeriya Komare ya Enqereye pişti qebülkirina idianameya der bare 108 bersücen HDPyi yen Selahattin Demirtaş ü Figen Yuksekdag a Hevseroken HDPe yen bere ji di nav da bün, dest bi xebateke nü kir ü ji bo parlementeren endamen Lijneya Birevebirina Navendi ya HDPe ne da ji dest bi amadekirina fezlekeye kir.

Di ve çarçoveye da ji ber büyeren Kobane bi armanca rakirina parezbendiya Hevseroka Gişti ya HDPe Pervin Buldan, Cigirseroken Koma HDPe Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, ji parlementeran ji Garo Paylan, Huda Kaya, Sezai Temelli, Pero Dundar, Fatma Kurtulan ü Serpil Kemalbay Pekgozeguze we li gor xala 83yemin a Makezagone fezleke be amadekirin.

Ev kesen hane di dema büyeren Kobane ku li Tirkiyeye qewimin da wek berpirsen "teşwiq kirin/nav tedane" ten hesibandin.

Pevajo we çawa bimeşe?

Cigire Serdozger Veysel Kaçmaze ku berpirsiyare Buroya Lepirsina Sücen Terore ya Serdozgeriya Komare ya Enqereye ye, pişti ku fezlekeyen daxwaza "rakirina parezbendiyan" kuta bike, fezleke ji bo ku sewqi Meclise bibin, we ji Wezareta Edalete ra werin şandin.

Fezlekeyen ku digihejin Meclise, di komisyonen tekildar da ten mizakerekirin ü paşe ji bo dengdayine dişinin Lijneya Gişti ya Meclise.

Heke ji bo rakirina parezbendiyan biryar were dayin, seba parlamenteren HDPyi pevajoya edli we dest pe bike.

MYKya HDPye bangewaziya derketina sikakan kiribü

Lijneya Revebiriya Navendi ya HDPye di 6e cotmeha 2014an da he civine dewam dikir, li ser nave MYKye daxuyani hat dayin ü hat gotin ku dive hemü saziyen navneteweyi, girseyen demokratik, rexistinen ked ü pişeyan ji bo dijayetiya büyeren ku li Kobaniye dewam dikin, tevbigerin ü wiha hatibü gotin, "Li diji hewildana komkujiye ya li Kobaniye ji 7 sali heta 70 sali em bangi hemü gelen me dikin ku derkevin kuçeyan, qadan bigirin ü tekevin liv ü tevgere. Ji vir pe da her der Kobane ye." -



 
Latest News





 
 
Top News