Haberler   
  English   
  Kurdî   
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 25/06/2024 10:11 
News  > 

Dayikên Diyarbekirê vê eydê jî çaverêyî ewladên xwe ne

Dayikên Diyarbekirê vê eydê jî çaverêyî ewladên xwe ne

16.06.2024 13:12

Dayiken Diyarbekire ji bo zaroken xwe yen ku revandine sere çiye çalakiya xwe ya rüniştine li peşiya avahiya bere ya Serokatiya Bajer a HDPye didominin, di Eyda Qurbane da ji çave wan li reya ewladen wan e.

Malbaten ku ji bo zaroken xwe yen bi xapandin revandine sere çiye, HDPye wek berpirs dibinin, ji 3ye İlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rüniştine didominin ü ev roja 1749 e ku çalakiya wan dewam dike.

Bi xera çalakiya rüniştine ya biryardari dewam dike,498 malbatan ewladen xwe ji nav lepe terore derxistin ü tekoşina yen mayin ji didome.

Malbaten li benda zaroken xwe ne, di Eyda Qurbane da ji bi heviya bigihijin ewladen xwe, çalakiya rüniştine didominin.

"28 eyd e ez düri kure xwe me"

Dayik Bedriye Usluye ya ji bo kure xwe Mahmut di çalakiye da beşdar e, ji peyamnere AAye ra diyar kir ku kure we 14 sal bere gava 18 sali bü hat xapandin ü bo çiye hat revandin ü lewma ji ew e ji bo kure xwe çalakiya rüniştine bibe seri.

Usluye bal kişand ku ew her roj li benda xebereke xere ye ü wiha dewam kir, "Ve eyde ji ewlade min tuneye. Ez tişteki ji eyde fem nakim, tu tama we nemaye. Dile me bi jan, per ü baske me şikesti ye. Ku kure min vir büya, we deme de ji bo min bübüya eyd. İnşelah ez e rojeke kure xwe ji vir hildim ü biçim. 28 eyd e ez düri kure xwe me. Kure min Mehmüd vegere mal. Edi bes e, beri bimrim ez te biminim. Were teslimi dewleta me bibe."

Edi wek bere gava eyd te em şa nabin"

Zekiye Bozdaga ku ji bo biraye xwe Suleyman Çetinkaya di çalakiye da beşdar e ji diyar kir ku ew ji 30e Tebaxa 2019an ü vir va xebere nastinin.

Bozdage bal kişand ku 5 sal e ew tevi zaroken wi benavber di nobede da ne ü wiha dewam kir:

"Biraye min xapandin, biraye min he piçük bü. Diya min şev ü roj digiri ü nexweş ket. Heri dawi min di Eyda Qurbane ya 2019an da biraye xwe dit ü 10 eyd e ez wi nabinim. Edi sebra me nemaye ü eyd ji bo me tişteki ifade nake. Edi wek bere gava eyd te em şa nabin."

Bozdage diyar kir ku heviya we ew e, di eyden din da ew bigihije biraye xwe ü her wiha bangi biraye xwe kir ku teslimi hezen ewlekariye bibe. -



 
Latest News





 
 
Top News