Li Iraqe dadgeha federal encamen hilbijartine ya di 12e Gulane hat kirin qebül kir.
Berdevke Dadgeha Federal ya Iraqe İyas Samuk daxuyaniya niviski da ü destnişan kir dadgehe itirazen hilbijartine nirxand ü encamen hilbijartine qebül kir.
Li gor destüra bingehin ya Iraqe pişti ku encamen hilbijartine yen bi deste Dadgeha Bilind ya Iraqe hatin qebülkirin, pişti encam ben ragihandin dive meclis di nav 15 rojan da civina xwe ya ewil çeke.
Li Iraqe ji ber ku ji bona hilbijartina di 12e Gulane da idiayen hileye hene ü kem kes beşdar bübün di hilbijartina parlamenteran da li hin hereman biryar hatübü dayin ray cardin ben jimartin.
Pişti niqaşan ray careke din bi destan hatin jimartin ü hat ragihandin di reza partiyan da guherin çenebüye.
Saziya Hilbijartine ya Bilind ya Serbixwe ya Iraqe destnişan kiribü li 13 bajaran ecamen rayen elektronik ü yen bi destan hatine jimartin hev digirin. -
|