06.06.2024 11:12
Cigirseroke Koma AK Partiye Abdulhamit Gul got: "Beri her tişti kesen ku nikarin ji wesayeta xwe, qeyyüma xwe, wesayet ü qeyyüma Qendile rizgar bibin, nikarin li vir behsa iradeya neteweyi bikin."
Di Lijneya Gişti ya Meclise da cigirseroken koman mafe axaftine girtin ü li ser rojeve axivin.
Cigirseroka Koma DEM Partiye Gulistan Kiliç Koçyigit li lijneye mafe axaftine girt ü weneye hezen ewlekariye yen li ber Şaredariya Hekariye nişan da ü wiha got: "Ev wene, weneye faşizme ye."
Koçyigite behsa Şaredare bere ye Hekariye Mehmet Siddik Koşuke ku ji ber süce "reveberiya rexistina terore ya çekdar" 19 sal ü 6 meh cezaye girtigehe hilda nirxand ü wiha got: "Niha we bibejin: 'Binere, we digot ceza, ha ji we ra ceza' Em bi komplo ü dafikeke wiha mezin re rü bi rü ne."
Cigirseroke Koma AK Partiye Abdulhamit Gul ji di qismeke axaftina xwe da bersiva Cigirseroka Koma DEM Partiye Gulustan Kiliç Koçyigite da.
Gul destnişan kir PKKya rexistina terore li ber deriye xelke Diyarbekire çalan kolaye.
Abdulhamit Gul diyar kir kesen ku ji qeyum ü wesayeta Qendile rizgar nebüne nikarin li meclise behsa iradeya neteweyi bikin ü ü wiha axivi, "Hün çawa li pirsgireka PKKye meze dikin ü çawa dinirxinin, ka werin li ser ve biaxivin. Roja iroyin li Şirnex, Wan ü Diyarbekire xwişk ü birayen min yen Kurd ve mereq dikin: We pişta xwe daye Qendile yan we pişta xwe daye cimaeta Mizgefta Mezin ya li Diyarbekire ü ape Eliye ji mizgefte derdikeve, biryara ve bidin. We pişta xwe daye Qendile yan we pişta xwe daye gel? Di ve mijare da xwe rexne bikin. Beriya her tişti kesen ku ji qeyumen xwe ü ji qeyum ü wesayeta Qendile rizgar nebüne nikarin li vir behsa iradeya neteweyi bikin." -