07.06.2024 13:12
Li Navenda Parastin ü Rehabilitasyona Ajelen Kovi ya Zaningeha Yuzuncu Yila Wane 4 cewriken guran en ku li Hekariye hatin ditin ten parastin ü xebatkaren navende bi şüşeyen şir cewriken guran en ku maka wan hişk büye, xwedi dikin.
Welatiyan 4 cewriken guran en ku li çolware Hekariye ditin, radesti şaxa Hekariye ya Reveberiya Herema 14emin a Parastina Siruşte ü Parken Neteweyi kirin.
Cewriken ku maweyeke ji aliye beytaran va hatin timarkirin ji bo dermankirin ü rehabilitasyona wan ew birin Navenda Parastin ü Rehabilitasyona Ajelen Kovi ya Zaningeha Yuzuncu Yila Wane.
Cewriken guran en ku di encama kontrole da derket hole ku 20 roji ne, xebatkaren navende ji bo rehetbüna wan pevajoya nerin ü rehabilitasyone dan destpekirin.
Xebatkaren navende di bin çavderiya pisporan da sere 3 saetan careke bi şüşeyan şir didin cewrikan.
Revebere Navende Prof. Dr. Lokman Aslan ji nüçegihane AAye ra got ku ji bo berdewamiya hevsengiya ekolojik ew ji nez va bi ajelen li hewzeya Gola Wane ra eleqedar dibin.
Aslan got, "Li Hekariye welatiyan 4 cewriken guran ditin. Pişti ku 3 rojan li navenda Parastina Siruşte ü Parken Neteweyi hatin timarkirin, radesti me kirin. Me ew li ve dere hildan bin parastine, he çaven wan venebüne ev ji nişan dide ku 20 roji ne. Rewşa wan ber bi başiye va diçe."
Aslan, diyar kir ku ew e demeke direj li navende mazüvaniya wan cewrikan bikin ü got: "Me heta niha li vir bi qasi 10 cewriken din en guran xwedi kirine." -