Berdevke Wezareta Karen Navxweyi İsmail Çatakli diyar kir ku di operasyonen meha mijdare da 3ye wan qaşo payebilind 92 terorist hatin berterefkirin.
Çatakli li Salona Konferanse ya Wezarete Civina Agahdarkirina Mehane li dar xist.
Çatakli bal kişand ser tekoşina diji terore ü diyar kir ku di kordinasyona Wezareta Karen Navxweyi da 15e wan mezin 66e wan normal, 10 hezar ü 900e we li bajaran bi tevahi 1382 operasyon hatin kirin.
Çatakli wiha axivi: "Di operasyonan da 3ye wan qaşo payebilind 92 terorist hatin berterefkirin. 2 hezar ü 575 kesen hat tesbitkirin alikari dane rexistinen terore hatin binçavkirin, ji wan 309 kes hatin girtin. Di operasyonan da 352 sitargeh, şikeft ü wargeh hatin imhekirin, 93 silah, 27 teqemeni, 73 bombeyen destan, 810 kilo amüren teqemeniye, 14 hezar ü 180 cebilxane hatin girtin."
Çatakli destnişan kir ku ji sedi 42ye operasyonen payiz-zivistane hatin temamkirin, li 10 hereman Operasyonen Eren Zivistane dewam dikin. -
|