Serokomar Recep Tayyip Erdogan: "Navenda Çande ya Stenbol Ataturke ku em xime we datinin, li ser 95 hezar ü 600 metrekare qada girti te çekirin ü ji 5 bloken cuda pek te."
Li Meydana Taksime Merasima Ximavetine ya Navenda Çande ya Ataturk hat lidarxistin ü Erdogan di merasime da axivi. Erdogan got ku iro di heyata huner ü çande ya welet da bi rasti ji gaveke giring hat avetin.
Erdogan diyar kir ku ew e Navenda Çande ya Stenbol Ataturke di nava 2 salan da çebikin ü bixin xizmeta hunerhez ü hunermendan.
Serokomar Erdogan diyar kir ku mesrefa Projeya Navenda Çande ya Ataturk daxistin 850 milyon lireyi ü wiha dewam kir: "Projeya Navenda Çande ya Ataturk ku bedela we bi temami 860 milyon lire ye, ji bo Stenbola me ü Tirkiyeye bi xer be. Navend li ser 95 hezar ü 600 metrekare qada girti te çekirin ü ji 5 bloken cuda pek te. Em e li şüna Navenda Çande ya Ataturke, AVM ü mizgeft çekin. Derewen wisa kirin ku qaşo em e nave we biguherinin."
Erdogan li ser büyeren Geziye sekini ü wiha dewam kir: "Qaşo yen bi hesasiyeta Navenda Çande ya Ataturke va tevdigerin, di Geziye da Navenda Çande ya Ataturke kirin amür ü pe erişi demokrasiya me kirin, mal ü milke esnafe me talan kirin ü kuçeyen me şewitandin, anin xware. Kesen li dij bün ku avahiya bere were xerabkirin ü şüna we avahiyeke xweştir, moderntir ü ferahtir were avakirin, ne bi hestiyariya çand ü huneri va li gor hişkebaweriya xwe tevdigeriyan. Bi gotina bavü kalan va ev neketibün peye ku tiriyan bixwin, ev ketibün peye ledana rezvan."
Erdogan li ser giringiya navenda çande sekini ü wiha axivi: "Binaya ku em e xime we daynin, ne bi tene navendeke çande ye. Ev berhem di heman deme da ji bo dijminen welat ü milet ku ev 5 sal e qesdi iradeya gel dikin, de bibe bersiva heri xweş. Navenda Çande ya Ataturk we li hemberi hişmendiya ku bi nirx ü baweriyen milet ü dirok ü çanda insane me ra şer dike ü hişmendiya jakoben bibe birdariya serkeftine."
Erdogan ragihand ku diroka vekirina Navenda Çande ya Ataturk ji 24 mehan daxistin 20 mehan.
Erdogan mizginiyeke nü da ü wiha got, "Ez ji ve dere mizginiyeke din ji bidim. Em Qişleya Rami ji dixin pirtükxaneya heri mezin a Stenbole."
Serokomar Erdogan li ser jiyana çand ü hunere ya li Tirkiyeye sekini ü wiha axivi:
"Edi tu kes, tu ali we nikaribin di ware çand ü hunere da welate me mehkümi wasate bike. Kesen ku istismara huner ü hunermendan wek navgina siyaseta xwe dibinin, we nikaribin li Tirkiyeye jiyana çand ü hunere paş bixin."
Erdogan ji bo rakirina KDVya pirtük ü weşanen demki ji wiha got, "Edi ji bo pirtük, kovar ü rojnameyan KDV we tunebe. ve hefteye li Meclise bi qanüneke ku we were mizakerekirin va seba pirtük ü weşanen demki rejeya KDVye we dakeve sifire, ev sepan him ji bo weşangeran him ji bo firoşkaran we were berfirehkirin." -
|