05.06.2024 09:42
"(Çareseriya pirsgirêka PKKyê) "Ev ne tenê ji bo ewlehiya neteweyî ya herdu welatan her wisa ji bo projeyên wekî Rêya Pêşketinê jî girîng e"
Alikare Wezire Karen Derva ye Iraqe Hişam El Elewi diyar kir ku mizakereyen di navbera Bexda ü Enqereye da yen ji bo çareseriya pirsgireka PKKya rexistina terore dewam dikin ü wiha got: "Ev ne tene ji bo ewlehiya neteweyi ya herdu welatan her wisa ji bo projeyen weki Reya Peşketine ji giring e."
Elewi pirsen nüçegihane AAye yen der bare tekoşina li diji PKKya rexistina terore da bersivand.
Elewi ji bo gotinen Berdevke Hikümeta Iraqe Basim El-Ewwadi yen der bare PKKya rexistina terore ya ku li Iraqe ji aliye Konseya Ewlehiya Neteweyi va wek "rexistineke qedexe" hat penasekirin da wiha got: "Li Iraqe di bin çavderiya Neteweyen Yekbüyi (NY) da statuya 'penaberiye' we bidin wan."
Elewi bi bir xist ku ji bo derxistina Rexistina Micahiden Gel ya ji Iraqe ew bi İran ü Neteweyen Yekbüyi ra dixebitin ü wiha got: "Binerin me bi hebüna Micahiden Gel ra çawa li ber xwe da. Ji bo çirokeke serketine modeleke baş bü. Em bi İrane ü NYye ra xebitin ü di dawiye da me çalakiyen wan sinordar kirin. Je gelek wek penaber çün Ewropaye."
Elewi diyar kir, ew digel reveberiya Tehrane ji bo mijara beçekkirina komen diji İrane yen li Herema Kurdistana Iraqe (HKI) ji dixebitin ü beçekkirina komen İrani, li gori PKKye dibe ku hesantir be.
Elewi bal kişand ku hebüna PKKye ya li Iraqe, "illegal" e ü ji bo mijara çareseriya pirsgireka rexistina terore ji wiha got, "Di hişe me da modeleke sabit tuneye. Lebele teqez em wisa bawer nakin ku em e bi çalakiyen yekali ve pirsgireke çareser bikin."
Wezir Elewi destnişan kir ku di mijara PKKye da dive herdu welat, stratejiyeke hevbeş derxen peş ü wiha got, "Helbet em fikaren we fem dikin. Em ji bo çareserkirina ve pirsgireke dixwazin bi peywirdaren we ra bixebitin."
Elewi, PKK weki mijareke "tevlihev" penase kir ü wiha dewam kir:
"Em fealiyeten wan teqez qanüni nabinin ü napejirinin. Di eyni wexte da em naxwazin hün yekali ji tevbigerin. Şüna tevgera yekali, dive herdu hikümet hevdu fem bike ü bi hev ra bixebite. Di mijara çareseriya pirsgireka PKKye da niha hevditinen didomin. Ev ne tene ji bo ewlekariya neteweyi ya herdu welatan, her wisa ji bo projeyen weki Reya Peşketine ji giring e." -