26.05.2024 15:57
"Tabloya li Xezeyê herçiqas kezeba me bişewitîne û derbeyê li hêviyên me bixe jî, li çaraliyê dinyayê helwesta ku xwendekar li kampusan nîşan didin, dibe wesîle ku hêviyên me zindî bimînin" "Hîndekariya Bilind jî tevda, me budceya perwerde hîndekariyê ji asta 10 milyar lîreyî ya di sala 2002yan...
Alikare Serokomar Cevdet Yilmaz got, "Tabloya li Xezeye herçiqas kezeba me bişewitine ü derbeye li heviyen me bixe ji, li çaraliye dinyaye helwesta ku xwendekar li kampusan nişan didin, dibe wesile ku heviyen me zindi biminin."
Alikare Serokomar Yilmaz beşdari Merasima Derçüne ya Sala Akademik a 2023-2024an bü.
Yilmaz di merasima li Salona Werzişe ya Karşiyakaye ya Midüriyeta Ciwani ü Werzişe ya Parezgehe da axivi ü bal kişand ku weki heza peşikeş a peşketina civaki ü abori, zaningeh tam di navina civak ü jiyane da cih digirin.
Yilmaz her wiha bal kişand ku serwet ü heyina heri mezin a welateki, heza insane şareza, miteşebis ü nüxwaz ü her wiha nifüse dinamik e. Yilmaz disa diyar kir ku ew, zaningehan weki jedera sermayeya beşeri ya bi qalite ü refaha civaki dibinin.
"Helwesta ku xwendekar li kampusan nişan didin, dibe wesile ku heviyen me zindi biminin"
Alikare Serokomar Yilmaz der heqe çalakiyen ku li zaningehan li diji erişen İsraile yen diji Xezeye ten lidarxistin da ji wiha got, "Tabloya li Xezeye herçiqas kezeba me bişewitine ü derbeye li heviyen me bixe ji, li çaraliye dinyaye helwesta ku xwendekar li kampusan nişan didin, dibe wesile ku heviyen me zindi biminin."
"Di 22 salan da hejmara zaningehen me ji 76an derketiye 208an"
Yilmaz her wisa der heqe xebaten perwerdeye da yen ku di 22 salen dawin da hatine kirin ji wiha got, "Hindekariya Bilind ji tevda, me budceya perwerde-hindekariye ji asta 10 milyar lireyi ya di sala 2002yan da iro derxistiye trilyonek ü 615 milyar lireyi. Di 22 salan da hejmara zaningehen me ji 76an derketiye 208an, hejmara personele hindekariye ji 70 hezari derketiye 185 hezaran. Hejmara xwendekaren me ji di 2002yan da 1,6 milyon bü, le iro roj ji 8 milyoni derbas büye."
Parlamenteren AK Partiye yen Bingole Feyzi Berdibek ü Zeki Korkutata ü her wiha Şaredar Erdal Arikan, Seroke AK Partiye ye Parezgehe Yilmaz Seven, akademisyen, xwendekar ü malbaten xwendekaran beşdari merasime bün. -