Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 30/04/2024 19:57 
News  > 

Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Em weke welatên herêmê naxwazin ku aliyên sêyemîn pevçûnên xwe bînin vê erdnîgariyê"

Wezîrê Karên Derva Fîdan:

17.04.2024 21:57

Wezire Karen Derva Hakan Fidan got: "Em weke welaten hereme naxwazin ku aliyen seyemin pevçünen xwe binin ve erdnigariye bikin."

Fidan pişti hevditina bi Serokwezir ü Wezire Karen Derva ye Qetere Mihemed bin Ebdurehman Al Sani ya li Qetere civineke çapemeniye ya hevpar li dar xist.

Wezir Fidan got ew li ser geşedanen dawin en li hereme axivine ü wiha dewam kir: "Me ji destpeke pe va diyar kiribü ku sücen İsraile yen ku li Xezeye kirine ji bo hereme metirsiya pevçüne di xwe da dihewine ü me li hemberi ihtimala mezinbün ü belavbüne hişyari dabü."

Fidan got büyeren ku di dawiya hefteye da qewimin nişan dan ku ihtimala şer a ku welaten li dervayi hereme ji dikarin beşdar bibin heye ü wiha axivi: "Em weke welaten hereme naxwazin ku aliyen seyemin pevçünen xwe binin ve erdnigariye bikin."

Wezir Fidan ani ziman ku Serokwezire İsraile Binyamin Netanyahu ji bo desthilatiya xwe her tişti dike ü wiha pe da çü: "Eşkere ye ku Netanyahu ji bo ku li ser desthilatdariye bimine hewl dide ku herema me bikişine nava şer. Kesen ku be şert ü merc piştgiriya Netanyahu dikin dive bi lezgin helwesta xwe ji nü va binirxinin. ya seyem ü ya heri giring ji ew e ku bingeha büyeran tundi ü zordariya İsraile ya li Xezeye ye. Dixwazim ve yeke binxez bikim ku ne İsrail ne ji İran niha mexdür in. Mexdür xelke Xezeye ye."

Serokwezir ü Wezire Karen Derva ye Qetere Al Sani ji diyar kir ku beyi avakirina dewleteke Filistine ya ku paytexta we Qudsa Rojhilat e ev pirsgirek we çareser nebe ü diyar kir ku di alikariya insani da koordinasyon pir giring e.

Al Sani ani ziman ku li Xezeye dive ev felaket dawi bibe ü wiha axivi: "Ji bo bidawikirina eşa insani bi taybeti rol ü tesira Tirkiyeye li hereme pir giring e." -



 
Latest News





 
 
Top News