Polese İsraile li herema Bajare Kevin e Qudsa Rojhilat a dagirkiri, bi idiaya hewl daye bi kere eriş bike, kesek kuşt.
Di daxuyaniya polese İsraile da wiha hat gotin, "Li herema Deriye Sahireye (Herod) a li herema Bajare Kevin bi dema heremi derdora saet 12: 30yi da keseki hewl da bi kere erişi polesan bike, polesan bi guleyan kese berşik berteref kir ü her wiha li ser erişkar kerek hat ditin."
Di daxuyaniye da her wiha hat diyarkirin, rewşa polese ku ji qisme jor e bedena xwe birindar büye baş e ü hat idiakirin kese hewl da eriş bike, welatiye Tirkiyeye ye ü 34 sali ye.
Polese İsraile der heqe rewşa tenduristiya kese hat kuştin da agahi parve nekir.
Ekiba AAye ji li herema Deriye Sahireye ye Bajare Kevin keliya ku ekiben tenduristiye ji cihe büyere cesedek veguhest, kişand.
Çapemeniya İsraile ji diyar kir, kese navbori bi guleya polesan hat kuştin.
Polese İsraile her wisa li Qudsa Rojhilat avet ser otela hat idiakirin kese hewl da eriş bike le dima ü her wiha eşkere kir ku lepirsina der heqe büyere da didome.
Çavkaniyen Wezareta Karen Derva ya Tirkiyeye di daxuyaniya dan AAye da diyar kirin ku mijar ji hela Balyozxaneya Tirkiyeye ya li Tel Avive ü Konsolosxaneya Qudse ji nez va te şopandin ü büyer ji hemü aliyan va te vekolin. -
|