Haberler      English      العربية      Pусский      Kurdî      Türkçe
  Ku.Haberler.Com - Nuça dawî
NUÇE BIGERE:
  MALPER 06/05/2024 11:48 
News  > 

Serokomar Erdogan der barê bûyerên 1915yan da peyamek ji Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Maşalyan ra şand

24.04.2024 14:12

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got: "Me nehiştiye ü em e nehelin ku yek welatiyeki me ye Ermeni ji be dikekirin, cudakirin ü xwe li welate xwe di reza duyemin da his bike. Giring e ku em büyeren di diroke da qewimine beyi ku re li ber gotinen radikal, cudakirin ü zimane nefrete vekin, di bin siya wicdan, hiş ü zaniste da binirxinin."

Serokomar Erdogan der bare büyeren 1915yan da ji Patrike Ermeniyen Tirkiyeye Sahak Maşalyan ra peyamek şand.

Erdogan di peyama xwe da welatiyen Ermeni yen İmparatoriya Osmaniyan yen ku di şert ü mercen xerab en Şere Cihane ye Yekemin da mirine bi bir ani ü sersaxi da neviyen wan.

Serokomar Erdogan got ew ji bo hemü endamen civaka Osmani yen ku ji ber pevçün, alozi, tevgeren çeteyan ü kiryaren terore mirine ü şehid ketine rehma Xwede dixwaze.

Erdogan ani ziman ku Şere Cihane ye Yekemin li axa Osmaniyan büye sedema weraniyen mezin, şopen we yen kur di bira merivan da maye ü wiha axivi:

"Rewşa aşiti ü aramiye ya ku ji bav ü kalen me ji me ra mirat maye, encax bi xebaten me yen hevpar dikare dewam bike. Ewlehi, refah ü şahiya welatiyen me yen Ermeni yen ku axen Anadoluye bi berhemen xwe yen çandi ü insani va dewlemend dikin di bin teminata me da ye. Me nehiştiye ü em e nehelin ku yek welatiyeki me ye Ermeni ji be dikekirin, cudakirin ü xwe li welate xwe di reza duyemin de his bike. Giring e ku em büyeren di diroke da qewimine beyi ku re li ber gotinen radikal, cudakirin ü zimane nefrete vekin, di bin siya wicdan, hiş ü zaniste da binirxinin."

Serokomar Erdogan got ji bo ku nifşen dahatüye ji şer, tundi ü pevçünan ben parastin dive ji eşen hevpar ders be girtin ü dahatü bi hev ra be avakirin.

Erdogan silaven xwe ji civaka Ermeniyan ra şand. -



 
Latest News





 
 
Top News